Derîyê Sînor a Refahê qismen hat vekirin

Derîyê Sînor a Refahê ya Xazzeya ku di bin dorpêça rejîma teror û îşxalê de ye qismen hat vekirin.

Ekleme: 21.10.2023 14:05:38 / Güncelleme: 21.10.2023 14:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarîyên însanî derbasî xazzeyê bûn…

Karwana alîkarîyê ya însanî ya ku li ber derîyê sînor a refahê disekinî ji fezayê hatin dîtin.

Ji bo derbasbûna tirên alîarîyê yên însanî  derbasî alîyê Xazzeyê bibin Derîyê Sînor a Refahê hat vekirin.

Piştî vekirina derîyê sînor tirên alîkarîyê yên Neteweyên Yekbûyî derbasî Xazzeyê bûn.

Serokatîya Ofîsa Medyayê ya Hamasê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û got “Karwana alîkarîyê ya însanî ya ku tê hêvîkirin derbasî Xazzeyê bibe ji 20 tiran pêk tê û di nav de derman, amûrên tibbî û hinek xurek hene.”(ÎLKHA)