Sefîrên terorîst ji nerazîbûnên xelkê tirsîyan

Rejîma îşxalker a ku ev bi çend rojan e li Xezzeyê qetlîamê dike qerar girt ku, sefîr û dîplomatên xwe ji Tirkyeyê û welatên herêmê vekişîne.

Ekleme: 20.10.2023 16:25:07 / Güncelleme: 20.10.2023 16:25:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di bombebaran rejima îşxalê de li Xezzeyê bi sedan Fîlîstînê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê alema Îslamê rabû ser piyan.

Hin sefîrxaneyên rejîma siyonîst û Emrîkayê hatin şewitandin, hatin kevirkirin û xwepêşandan û protestoyên mezin li ber konsulxaneyan hatin lidarxistin.

Bi sebaba van xwenîşandan û protestoyan, buroya bi navê ewlehiya netewî ya rejîma  îşxalker daxwaz ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê kir ku tavilê û demildest welatê xwe terk bikin. Hinek ji siyonîstên îşxalker jî ku êvariya pêncşemiyê hatin balafirgeha Stenbolê, Tirkiye

Rejima sîyonîst beriya niha hişyarî kiribû ku neçin Tirkyeyê. A niha jî , qerar da ku hemû sefîr û dîplomatên xwe ji nav Tirkyeyê  welatên herêmê vekişîne.

Piştî qerarê Sefîrê Enqereyê ya rejîma îşxalker Îrîth Lîlîan û xebatkarên din ên sefaretxaneyê Tirkiye terikandin.

Ji hêla din ve Wezaretxaneya Karên Derve ya Siyonîst; Wê qerar da ku xebatkarên sefîrxane û konsulxaneyên xwe yên li Bahreyn, Urdun, Misir û Fasê vala bike. (ÎLKHA)