• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Sefîrên terorîst ji nerazîbûnên xelkê tirsîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bombebaran rejima îşxalê de li Xezzeyê bi sedan Fîlîstînê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê alema Îslamê rabû ser piyan.

Hin sefîrxaneyên rejîma siyonîst û Emrîkayê hatin şewitandin, hatin kevirkirin û xwepêşandan û protestoyên mezin li ber konsulxaneyan hatin lidarxistin.

Bi sebaba van xwenîşandan û protestoyan, buroya bi navê ewlehiya netewî ya rejîma  îşxalker daxwaz ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê kir ku tavilê û demildest welatê xwe terk bikin. Hinek ji siyonîstên îşxalker jî ku êvariya pêncşemiyê hatin balafirgeha Stenbolê, Tirkiye

Rejima sîyonîst beriya niha hişyarî kiribû ku neçin Tirkyeyê. A niha jî , qerar da ku hemû sefîr û dîplomatên xwe ji nav Tirkyeyê  welatên herêmê vekişîne.

Piştî qerarê Sefîrê Enqereyê ya rejîma îşxalker Îrîth Lîlîan û xebatkarên din ên sefaretxaneyê Tirkiye terikandin.

Ji hêla din ve Wezaretxaneya Karên Derve ya Siyonîst; Wê qerar da ku xebatkarên sefîrxane û konsulxaneyên xwe yên li Bahreyn, Urdun, Misir û Fasê vala bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir