Torinên Selaheddîn Eyyûbî doh êvarê jî ehda xwe ya wefayê nîşan dan

Dîyarbekirîyên ku di qetlîama îşxalkeran a li nexweşxaneyê lidarxistin de derketin kolanan, nobeda berxwedanê ya bênavber vê şevê jî domandin.

Ekleme: 20.10.2023 14:35:40 / Güncelleme: 20.10.2023 14:35:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nobeda ku bi banga HUDA PARê hat destpêkirin doh êvarê jî di axavtinên ku hatin kirin de ji hikumetê hat xwestin ku bila di vê pêvajoya Tofana Eqsayê de gav bên avêtin.

Bername bi xwendina Quranê a ji teref Mehmet Emîn Yilmaz ve hat destpêkirin.

Di berdewama bernameyê de Alîkarê Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Zeynel Abîdîn Gulsever, desteka xelkê ku di 15ê Tîrmehê de dabû bibîrxist û bang kir ku bila di vê pêvajoyê de gav bên avêtin.

“Hûn dibêjin ‘Em alîgir in’, gelo yên ku hereket nekin alîgir dibe?”

Gulsever di axavtina xwe de bal kişand ku bi operasyona “Tofana Eqsayê” hinek tişt veguherîne û dûre wî weha axavtina xwe zêde kir, “Em heta îro di destê me de tizbî zikirên wek Er-Rehman, Er-Rehim, El-Xafur, El-Şekur, El-Wedud dikişand. Ew ê ji îro pê ve zikirên me bibin Ya Cebbar, Ya Qehhar, Ya Zuntiqam. Em ê vêya jî veguherînin. Êdî em ê bi îzna Xwedê bi tevî cilên xwe yên leşkerî û zirxên xwe derkevin meydanan bi îznîllah. Ji ber ku wan birayên me yên Fîlîstînê ev tiştê ji me re dane jîyandin em ji wan re teşekur dikin.”

Gulsever di berdewama axavtina xwe de bang li Serokkomar Erdogan kir û weha got, “Ez dixwazim ku çend gotinan ji wan kesên ku me rayên xwe daye wan û wan kirîye deshilatdar re bibêjim. Te di 15ê Tîrmehê de derket televîzyonan û got ‘Ey xelkê min derkevin kolanan, ev şebekeya teror û şerê ku Emrîqa kirîye belayê serê me bidin sekinandinê.’ Em jî derketin kolanan, me bi goştên xwe dîwaran lêkir, em derketin li ser serê tankan, me bi sedan şehîdan da, lê me nehêşt bila tiştekî bi te bibe. Me ji te bêhna Abdulhamîd Xan, Selaheddîn Eyyûbî, Fatîh û Qanûnî Siltan Silêman girt. Niha jî hûn derdikevin televîzyonan û dibêjin em alîgir in.”

Gulsever axavtina xwe weha domand, “Ez ji Birêz Serokkomar, rayedar, wezîr, parlamenter û partîyîyan re bang dikim: Dest bi hereketê bikin. Wekîlê serokê komê dibêje ‘em alîgir in.’ Ji xwe yên ku teref nebin ew ê berteref bibin. Ev terefekî çawa ye? Gelo yên ku dest bi hereketê nekin teref dibe? Hêvîya me ya ji we ev e ku Baregeha Kurecîk a ku li Meletîyê ye bila were girtin, em vêya dixwazin. Bang li sefîrên xwe bikin û yên wan jî def bikin, hemû minasebetên xwe yên bi wan re bidin sekinandin. Ger ku hûn îro ji ummetê re seroktîyê bikin, ger ku hûn bibêjin dinya ji 5an mezin e divê ku hûn van tiştan bikin. Ger ku hûn vana nekin wallahî hûnê jî wê bên bîrvakirin.”

“Quds ji herba cîhanê ya Yekemîn heta îro hizûrê nedîtîye”

Piştî Gulsever Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê TUGVAyê Omer Bugday, destnîşan kir ku Quds ne tenê bajarekî ye, ew nîşan û îmtîhan e, ger ku qîbleya ewil neyê parastin wê qîbleya dawîn jî neyê parastin.

Bugday dûre weha got, “Em wek Misilmanan ji roja ku Quds hatîye îşxalkirin heta îro nikarin li hember zaliman rabin pîya. Dewleta Osmanî 400 sal bi tevî endamên dînî yên dinê di nav aştî û hizûrê de îdare kirîye. Osmanîya ku di herba cîhanê ya yekemîn de di alîyê ku mexlûb bûne de bûye wek erdnigarîyên dinê mecbûr ma ku Qudsê jî terk kir. Wa ji wê rojê pê va Quds ti huzûrîyekî nedîtîye. Bi tevî Misilmanan Xirîstîyanan jî di bin tehdîda îsarîlê de ne.”

Bugday axavtina xwe weha domand, “Ti dem ji kafiran dost çênabe. Em Misilman in xeyn ji me ti kesî birayên me tine ye, me hemûyan vê tiştê carekî dinê jî dît. Yên ku dimirin ger ku porê wan zer bûya an jî çavên wan kesk bûya ewê hemû dinya rabûna li ser pîya lê ev ê ku dimrin em in xeyn ji Xwedê ti dostekî me tineye. Dem dema şîyarbûna ji xewê ye. Gerek em vê rastîyê di dibistan û malên xwe de jî ji zarokên xwe re bidin hînkirin.”

“Em ê mîrasa Hezretî Omer û Selaheddînê Eyyûbî bêxwedî nehêlin”

Bugday di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku em ê di zindanan de bibin Muhammed Mursî, di qehwan de bibin Hesen El Benna, di zindanên Fîlîstînê de bibin Şêx Ehmed Yasîn, di kolanan de bibin Ebdulezîz Rantîsî û dûre wî weha axavtina xwe zêde kir:

“Em ê Qudsê ji canê xwe zêdetir hez bikin û em ê zanibin ku encax û encax Misliman birayên hev in. Em ê nehêlin ku wan sînorên di navbera me de hatine xêzkirin, zimanên me yên cuda, nîjadên me yên cuda û rengên me yên cuda me perçe bike, emê nehêlin ku ev cudahîyên me, me nerm bike û ji ermperyalîzman re bike êm. Em ê zanibin ku serokekî tenê heye û ew jî Hezretî Muhammed e, rêberekî tenê heye ku ew Quran e û armanca me ya tenê jî daxwazîya şehadetê ye.”

Bugday di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ê ev bajara ku Pêxemberê me selat û selam li ser wî be li wê derê çûye Mîracê, Hezretî Omer û Selaheddîn Eyyûbî ji me re mîras hiştîye wê bêxwedî nehêlin. Birayên me yên Fîlîstînê wezîfeyên xwe bicîhanîtin, ji vê pê va jî êdî dewra nobeda Qudsê hatîye ser me. Ji ber vê yekê em îlan dikin ku em îşxala Mescîdî Eqsayê qebûl nakin.”

Bername bi duakirina Endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mela Nazim Şîmşek ve bidawî bû. (ÎLKHA)