Rejîma siyonîst firinên li Xezzeyê dike hedef

Di êrîşa esmanî ya ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê lidarxist de firin hatin hedefgirtin û di encamê de 20 filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 20.10.2023 10:15:35 / Güncelleme: 20.10.2023 10:15:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma siyonîst a li ser Xezzeyê di roja 14emîn de berdewam dikin.

Rejîma siyonîst ku beriya niha êrişî gelek firinan kiribû, vê carê rasterast firinekî li Xezzeyê kir hedefa xwe.

Di êrîşa hewayî de 20 Filistînî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ofîsa medyayê ya hikûmeta dorpêçkirî ya Xezzeyê de hat ragihandin ku rejîma siyonîst bi qestî firinan û derdora wan bombebaran kir.

Hat balkişandin ku rejîma siyonîst bi hedefgirtina firinan dixwaze heta ku dibe bila bibe qurbanî bide û rewşa mirovî xerabtir bike.

Rejîma sîyonîst beriya niha firinekî li Kampa Penaberan a Nuseyratê jî kiribû hedef. (ÎLKHA)