Wezîrê Dadgehê Tunç bang kir divê ji bo Xezzeyê dest bi hereketê bê kirin

Wezîrê Dadgehê Tunç, bal kişand wan kesên ku ji birîndarbûn û mirina bi hezaran Fîlîstînîyan re dibin sebeb û ji vê meseleyê re jî tiştekî nakin û tenê lê dinherin jî hevparê sûca herbê ne.

Ekleme: 16.10.2023 09:35:37 / Güncelleme: 16.10.2023 09:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Tunç li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û weha got:

“Îsralê ku hiqûqa însanî ya navneteweyî li ber çavên dinyayê îxlal dike, li ser zarok û sîvîlan bombeyê dibarîne û sûca herbê bikartîne.

Wan kesên ku li Xezzeya ku di bin bombebaranê de ye dibin sebeba qetilkirin û birîndarbûna bi sedan zarok û sîvîlan û wan kesên ku li ev meseleyê dinhêrin jî hevparê ev sûca herbê ne.

Qanûnên hiqûqa însanî ya navneteweyî yên derheqê parastina xelkên sîvîl tênê îxlalkirin, di serî de NY, YA, ÎÎT, UNICEF, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê hemû sazîyên mafên însanî bi lez dest bi hereketê bikin.” (ÎLKHA)