Li Îngîlistanê di meşa desteka Fîlîstînê de 15 kes hatin binçavkirin

Polêsê Îngîlistanê, di xwepêşandanên ku li dijî êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê lidardixe hatin tertîpkirin de, 15 kesan binçav kir.

Ekleme: 15.10.2023 10:35:35 / Güncelleme: 15.10.2023 10:35:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Londona paytexta Îngîlistanê, êrîşên îşxalkeran a li dijî Xezzeyê hatin protestokirin.

Polês, daxuyand meşa ku bi hezaran mirov beşdarî bûn bêpirsgirêk dawî bû.

Polêsê Londonê li ser medyaya civakî daxuyand û weha got, “Ji 7 kesên ku di nav rojê de hatine binçavkirin re 8 kesên dinê jî ji ber sûcên agirbazî û êrîşkirina ekîbên tenduristîyê re hatine îlawekirin.”

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku 9 polês jî sivik birîndar bûne û hatine dermankirin. (ÎLKHA)