Hejmarê şehîdên li Şerîaya Rojava derket 29 kesan

Di şer û pevçûnên li Şerîeya Rojava ya îşxalkirî de 29 Filistînî ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve şehîd bûn.

Ekleme: 12.10.2023 11:25:33 / Güncelleme: 12.10.2023 11:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gelek bajarên Şserîeya Rojava di navbera artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst û Filistîniyan de pevçûn derket.

Piştî operasyona ku Tevgera Hemasê roja şemiyê 7ê Cotmehê dabû destpêkirin, li El Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Qelqelya, bajar û bajarokên Şerîeya Rojava ku Qudsê jî di nav de ye, şer û pevçûn derketin.

Di encama gulebarana siyonîstan ji roja Şemiya borî heta niha de 29 Filistînî şehîd bûn.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî gihîştiye 150 kesan. (ÎLKHA)