Tugayên Qassam Heyfayê bomberan kirin

Tûgayên Şehîd Îzzedîn El Qassam ragihand ku di çarçoveya operasyona Eqsayê de bi mûşekên R160 bajarê Heyfa yê îşxalkirî bombebaran kirine.

Ekleme: 12.10.2023 09:45:33 / Güncelleme: 12.10.2023 09:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di dema ku li gelek deverên bajarê îşxalkirî dengê sîrenan dihat, cepheya hundir a artêşa îşxalker ji şêniyan xwest ku bikevin stargehan.

Medyaya Îbranî got ku mûşek li Carmel Beach a îşxalkirî ketîye, ku heya niha ev yek di şer de pêşkeftinek girîng hate hesibandin.

Tê zanîn ku mûşeka R160 a Tûgayên Qassam li ser navê Ebdulezîz El-Rantîsî û mesafeya ku ji Xezzeyê derbas kiriye, hatîye dayîn.

Ev fuze di sala 2014an de di dema êrîşa îşxalkirîyê ya li ser Xezzeyê de ket xizmetê.

Qassam her wiha ragihand ku yekîneyên mûşekan bi balafirên bêmirov ên kamikaze yên bi navê "Zewari" li nuqteyên li rojhilatê Xezzeyê çalakî pêk anîn. Ji aliyê din ve di nava rojê de gelek mûşek ber bi herêmên Eskalan, Asdûd û Sîderot ên îşxalkirî ve hatin avêtin. (ÎLKHA)