Îşxalkeran, ambûlansên Hîva Sor a Fîlîstînê hedef girtin: 4 şehîd

Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê du ambûlansên aîdê Hîva Sor a Fîlîstînê hedef girtin, di encamê de 4 endamên tenduristîyê şehîd bûn.

Ekleme: 11.10.2023 16:40:34 / Güncelleme: 11.10.2023 16:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku îro li dijî wan du êrîşên cuda hatin lidarxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama hedefgirtina ambûlansekî de Xelîl El Şerîf, Yusrî El Masrî û Ahmed Dahman ku endamên tenduristîyê ne şehîd bûn.

Endamê tenduristîyê yê dinê jî li rojhilata Xezzeyê di encama êrîşeke ku dîsa li ambûlansê hat kirin de şehîd ket û navê wî jî Xatem Awad e.

Hat diyarkirin “Sûcên herbê bidin sekinandinê. Rayedarên rejîma îşxalê mesul bihesibînin.” (ÎLKHA)