Rejîma îşxalê: 22 kuştî û zêdetirî 500î birîndarên me hene

Wezareta Tenduristiyê ya qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîst ragihand ku di operasyona "Tofana Eqsayê" ya ku ji danê sibehê de ji aliyê berxwedana Filistînê ve hat lidarxistin de 22 kes mirin û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.10.2023 14:50:36 / Güncelleme: 07.10.2023 14:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berxwedana Fîlîstînê li dijî rejîma îşxalker operasyoneke bi navê "Tofana Eqsayê" de da destpêkirin. Berxwedana Fîlîstînê wêneyên hedefên hatin girtin û hilweşandin parve kir.

Di medyayê de wêneyên gelek îşxalkerên ku  hatin kuştin hatin parvekirin û Wezareta Tenduristiyê ya qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîst ragihand ku di operasyona "Tofana Eqsayê" ya ku ji danê sibehê de ji aliyê berxwedana Filistînê ve hat lidarxistin de 22 kes mirin û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn.

Piştî daxuyaniyê bikarhênerên medyaya civakî yên li Filistînê parve kirin ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir e û rejîma dagirker hewl dide vê yekê veşêre. (ÎLKHA)