Rejima Esed êrîşî Îdlîbê kir: Gelek sîvîl canê xwe ji dest dan

Hêzên rejîma Esed ji gund û bajarokên Îdlîbê re bi fuze û topên giran ve êrîş kir û di encamê de ji 6 kesan zêdetir sîvîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.10.2023 10:05:38 / Güncelleme: 06.10.2023 10:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên rejîmê, li dijî bajarok û gundên li bakurê Îdlîbê bombebarandin dan destpêkirin.

Di encama bomberandina bi şîddet de hat îfadekirin ku li gorî dîyarîyên ewil di navbera wan de zarok jî hene gelek sîvîl canê xwe ji dest dan.

Medyaya mehellî îfade kir ku hêzên rejima Esed bazar û xanîyên sîvîlan hedef digre.

Çapemenîyan bal kişandin ku hêna jî bomberandin berdewam dike û hêzên rejîmê cîhên şênîyên sîvîl hedef digre, ji van cîhan jî çend hebên wan weha ne: Cîsr el - Şuxur, Muhambal, Benîn, Ma'arblit, el - Hambusîeh, Deîr Sûnbûl, el-Ruveyha, el -Bara, San, el - Naîrab, Afes ve el - Mawzara, Sarmîn, Abzîmoa, derdorê Bînnîsh, Erîha, Magdala, Sarjah, derdorê Ehsem, Al- Mastumah, Qamînas, bajar Îdlîbê, Kefr Lata, Mîrzaf, Farkîya, Maarat Al-Naasan û derdorê bajaroka Al-Tuffahiyayê. (ÎLKHA)