Li îtalyayê otobûs ji serbihurê ket xwarê

Li Îtalyayê otobûsek ji serbihura ku bi metreyan bilinde ket xwarê, di encama qezaya fecî de li gorî diyarîyên ewil 21 kesan canê xwe ji dest dan, 18 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.10.2023 11:15:34 / Güncelleme: 04.10.2023 11:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li herêma Mestreya bajara Venedîkê pêk hat.

Li gorî medyaya welat otobûseke rêwîyan ku ji serbihurê derbas dibû, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve ji 30 metre bilindahîyê ket xwarê û gêrê rêya trênê bû.

Di qezaya fecî de li gorî dîyarîyên ewil 21 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Li gorî medyaya Îtalyayê otobûs bi xaza metanê hatîye şixulandin û ji ber ku li ser xetên ceryanê ketîye xwarê teqînek jî pêk hat.

Li gorî rayedaran mirovên ku di nav otobûsê de bûne welatîyên Ukraynayê bûne û otobûs jî ji bona ku geştyaran bibe kampê hatîye kirêkirin.

Serokê Şaredarîya Venedîkê Luîcî Burunyaro yê ku qezayê nirxand, got ku ev “Sehneya qîyametê ye, bi gotinan nayê qalkirin.”

Piştî qezayê rêya trênê ji bo demekî hat girtin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)