20 kesên di şewata li Iraqê de birîndar bûbûn ji Tirkîyê re hatin anîtin

Li bajara Mûsila Iraqê di eywana dîlanekî de şewat derketibû û 20 kesên ji wan birîndaran ji bo tedawîyê ji Tirkîyê re tênê anîtin.

Ekleme: 03.10.2023 09:55:31 / Güncelleme: 03.10.2023 09:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mûsilê di 26ê Îlonê de di eywana dawetê de ji ber agirbazîyê şewat derketibû, di encama wê şewatê de 114 kesan canê xwe ji dest dabûn, 82 kesan jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji birîndaran 20 kesên wan ji Iraqê bi balafira leşkerî ji bo tedawîyê ji Tirkîyê re hatin anîtin. Birîndarên ku hatin anîtin ji nexweşxaneya taybet a li Gazîosmanpaşayê re hatin sewqkirin.

Serkonsulê Stenbolê yê Iraqê Muhammed Selman derheqê birîndaran de axivî û diyar kir ji ber ku li Tirkîyê tenduristî pêşve çûye me wan anît li vê derê. Selman, got ku ew ji Wezazareta Karên Derve yê Tirkîyê û Wezareta Tenduristîyê re minetdar in. (ÎLKHA)