Li Meksîkayê bana dêrê hilweşîya: 7 mirî, 30 kes di bin kavilan de man

Li wîlayeta Ciudad Maderoya Meksîkayê bana dêrekî hilweşîya, di encama hilweşîna banê de 7 kes mirin, 30 kesan jî di bin kavilan de asê man.

Ekleme: 02.10.2023 09:40:33 / Güncelleme: 02.10.2023 09:40:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji ajansên mehellî hatine bidestxistin, bana Dêra Santa Cruz a ku li Ciudad Maderoyê ye hilweşîya. Di encamê de li gorî diyarîyên ewil, 7 kesan mirin, 40 kesan birîndar bûn, 30 kesan jî di bin kavilan de asê man.

Polêsê wîlayeta Tamaulipasê got di dêrê de nêzê 100 kesan hebûne.

Xebatên ku mirovên di bin kavilan de asê mane bên derxistin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)