Di êrîşên li Pakistanê de 8 birîndarên dinê jî canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di êrîşên 29ê Îlonê yên li wîlayeta Belûcistan û Xeyberê ya Pakistanê de canê xwe ji dest dan derket 65 kesan.

Ekleme: 02.10.2023 08:55:31 / Güncelleme: 02.10.2023 08:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşa ku li herêma ku kesên ji bo Mewlûdê kom bûbûn li herêma Mastung a Belûcistanê li nêzî mizgeftekê hat kirin de 8 kesên ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê de jî canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî di encama êrîşan de hejmara kuştiyan derket 65 kesan.

Di êrîşan de polîsek jî di nav de 57 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî 140 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)