Li Erebistana Siûdî agir bi otêlekê ket

Li Riyada Erebîstana Siûdî di otelekê de şewat derket û agir bi wesayîtên parkkirî yên derdorê ket.

Ekleme: 01.10.2023 14:30:36 / Güncelleme: 01.10.2023 14:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, li paytext Rihayê li Kolana Olaya li oteleke ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket.

Di dema ku agir bi lez û bez tevahiya otêlê girt, 9 wesayîtên li derdorê parkkirî nekarin bên bikaranîn.

Di şewatê de kuştî û birîndar çênebûn, bi mudaxeleya tîmên agirkujiyê şewat hat kontrolkirin.

Midûriyeta Parastina Sivîl da zanîn ku der barê şewatê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)