Serokê Karên Diyanetê Erbaş êrîşa li Pakistanê şermezar kir

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş êrîşa li dijî cemaeta ku ji bo "Şeva Mewlûdê" li mizgefteke li Pakistanê kom bûbûn hatibû kirin şermezar kir.

Ekleme: 30.09.2023 10:05:36 / Güncelleme: 30.09.2023 10:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erbaşê ji kesên ku di êrîşê de rehmet kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê; ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest û ji xelkê dost û bira yê Pakistanê re jî sersaxî xwest û di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da weha got:

"Ez bi xemgîniyeke mezin der barê êrîşa terorê ya ku li dijî civata ku ji bo "Şeva Mewlûdê" li mizgefteke li herêma Mastung a wîlayeta Belûcistan a rojavayê Pakistanê kom bûbûn, hîn bûm. Ez vê kiryara terorê ya ku ji bernameya bîranîna Hz. Muhemmed (Silava Xudê lê be) re hat kirin bi tundî şermezar dikim, ji bo kesên mirine rehma Xwedê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê û ji xelkê dost û bira yê Pakistanê re jî sersaxiyê dixwazim. Xwedayê me yê mezin firsendê nede zaliman." (ÎLKHA)