Li Iraqê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin

Di şewata ku li Mûsilê di nav eywaneke dawetê de derket de herî kêm 113 kesan canê xwe ji dest dan, 500 kesan jî birîndar bûn. Ji ber şewatê li welat ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin.

Ekleme: 27.09.2023 16:25:34 / Güncelleme: 27.09.2023 16:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Hemdanîyeyya ku file li wê derê zêde ne doh di seat 23.00an de di nav eywaneke dawetê de şewat derket.

Alîkarê Midûrê Daîreya Tenduristî ya Mûsilê Ehmed Hemdanî, got ku di şewatê de herî kêm 113 kesan mirin û 500 kesan jî birîndar bûn.

Hemdanî îfade kir ku mirovên birîndar ji Mûsil, Hewlêr û Dihokê re hatine sewqkirin û got ku ‘em ji zêdebûna hejmarê mirîyan endîşe dikin.’

Hat destnîşankirin ku di dema şewatê de di eywana dawetê de 800 kes hebûne.

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya Sudanî, telîmat da ku ji ber şewatê li giştîyê welat şîn hat îlankirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokatîya Iraqê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Serokwezîr Muhammed Şîya Sudanî, ji bona mirovên ku li navçeya hemdanîyeya Mûsilê di şewatê de canê xwe ji dest dane li giştîyê Iraqê ji bo sê rojan îlana şînê kir.” (ÎLKHA)