Li Elmanyayê bombeya ku ji herbê maye hat dîtin

Li bajara Dûsseldorfa Elmenyayê di dema xebata înşeatê de bombeyeke Emrîqayê ya ku ji Herba Cîhanê ya Duyemîn maye hat dîtin.

Ekleme: 22.09.2023 10:03:17 / Güncelleme: 22.09.2023 10:03:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di dema xebatên înşeatê a li nêzê Balafirgeha Navneteweyî ya Dûsseldorfê de bombeyeke ya ku ji Herba Cîhanê ya Duyemîn maye hat dîtin.

Li gorî medyaya welat bombeya 500 kîloyî ya ku ji teref Emrîqayê ve hatîye çêkirin, ji teref pisporan ve hat îmhekirin.

Di Herba Cîhanê ya Duyemîn de ji Elmenyaya Nazîyê re ji 2 milyonî zêdetir bombeyên curbecur hatin avêtin. Li gorî daneyan ji wan jî sedî 20ê wan neteqîyan. Ji çend mehan carkî di dema înşeatê de an jî di dema xebata binesazîya kolan û ceddeyan de ji teref karkeran ve ev bombeyan tên dîtin. (ÎLKHA)