Li Romanyayê teqîn: 4 mirî 5 birîndar

Li Romanyayê di dema çêkirina rê de xeta xazê teqîya, di encama teqînê de 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.09.2023 17:05:42 / Güncelleme: 21.09.2023 17:05:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma vranceya Romanyayê di dema xebata rê de di xeta borîya xazê de teqîn pêk hat.

Li gorî agahîyên mehelî di encama teqînê de 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Şewata ku ji ber teqînê derket ji teref ekîbên îtfaîyê ve hat tefandin.

Kesên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên li bajaroka Adjudê re hatin rakirin.

Derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)