Ji Serokkomar Erdogan trafîka dîplomatîk

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Cezayîrê Abdülmecid Tebbun, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda qebûl kir.

Ekleme: 19.09.2023 14:55:32 / Güncelleme: 19.09.2023 14:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdoganê ku ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li New Yorkê ye, têkiliyên xwe yên li Turkevîyê dewam dike.

Serokkomar Erdogan di hevdîtina bi Serokkomarê Cezayîrê Tebbun re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weha got: "Me li Mala Tirkiyeyê bi heval û birayê xwe Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbun ra hevdîtin kir. Em ê bi Cezayîrê ra ku têkiliyên me yên kûr bi wê ra heye ra hevkariya xwe bi pêş bixin.”

Erdoganê ku bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re jî hevdîtin kir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weha parve kir: "Me di çarçoveya Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re hevdîtin kir û mijarên herêmî û cîhanî yên di rojeva xwe de nirxandin. Em bi mîsyonên NATOyê ve girêdayî ne."

Erdogan bi Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda re jî hevdîtin kir. Erdogan piştî hevdîtina bi Duda re weha got:

"Di hevdîtina me ya li Tûrkevi ya bi Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda re, me firsend dît ku em li ser mijarên herêmî û herwiha têkiliyên xwe yên dualî gotûbêj bikin. Hêvîdar im ku hevdîtina me ya bi Birêz Duda re ji bo welat û herêmê me bi fêde be." (ÎLKHA)