Li Vîetnamê di avahîyekî de şewat: 50 mirî

Hat diyarkirin ku di şewata ku li Vîetnamê di avahiyekî de derket de herî kêm 50 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.09.2023 13:30:31 / Güncelleme: 13.09.2023 13:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li paytext Hanoiyê di avahiyeke 10 qatî de şewat derket. Ekîbên îtfaîyeyê yên ku bertek nîşanî şewatê dan diyar kirin ku 70 kes hatine xelaskirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di şewatê de herî kêm 50 kes mirin.

Ji ber ku kolana avahîyê teng e ekîbên îtfaîye di mudaxeleyê de zehmetîyê dikşînin.

Rayedaran diyar kirin ku nêzî 150 kes di avahiyê de dijîn.

Hat hînbûn ku di avahiya ku tenê derketinekî heye û derenceya acîl jî tunebûye. (ÎLKHA)