Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah Gumuş peyama şînê

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, bi minasebeta wefata Mele Mustafa Durgun peyameke şînê belav kir.

Ekleme: 13.09.2023 13:20:31 / Güncelleme: 13.09.2023 13:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, ji bo Mele Mustafa Durgun ku wefat kiribû peyama şînê belav kir,

Hemû metna peyamê ya Gumuş:

بِسْمِ اللهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

Înna lîllahî we înna îleyhî racîûn

Me xebera wefata seydayê xwe yê mihterem Mele Mustafa Durgun girtîye. Bira Rebbê min ji seydayê me re bi rehmeta xwe miameleyê bike, bira qebra wî yek goşeyên ji bexçeyên cennetê bike, bira wî di cennetên xwe de mêvan bike. Bira bi tevî hemû birayan me jî di hizûra xwe de di cennetê de bighêjîne hev.

Ez dixwestim ku di çend salên dawîn de di dewra nexweşîna wî de li cem wî bim û ji wî îstîfade bikim. Encax Rebbê me piştî pêvajoya zindanê fîrqetê teqdîrê me kiribû.

Min û seyda di sala 1982an de hev nas kir, bi salan me bi hev re bi tevî xizmetê, dewra mehkûmîyet û merheleyên zindanê derbas kir. Hemd ji Xwedê re ew ji me razî bû, ew jî ji me razî be. Bira Rebbê min tiştên ku me kirîye ji bo riza xwe qebûl bike.

Seydayê me rihê xwe ji Rebbê xwe re teslîm kir. Lê doza Îslamê ya ku li pey xwe hêşt baqî ye. Em ê jî bi îzna Xwedê wek Seyda, kekên me, birayên me, dêyên me,  bavên me, xuşkên me û xwehên me yên ku berîya seyda wefat kirine heta dawîya nefesa xwe mesulîyetên xwe bi cîh bînin înşaallah. Em tev wek birayan Îslamê bixweyînin, fêhm bikin, bijîn di eynî demê de bidin xwendin û bidin jîyandin. Bi îzna Xwedê em ê ji bona ku însanan Îslamê bixweyînin, fêhm bikin û bijîn bibin wesîle.

Cardin ji Rebbê xwe ji bo seydayê xwe rehmetê, ji bo me û hemû birayên me bi hev re di cennetên xwe de bighêjîne cem hev daxwazîyê dikim.

Birayê we Edîp Gumuş”