Ji xwendekarên ku dersên bijarte Qurana Pîroz û jîyana Pêxemberê me hilbijirîn re diyarîya Quranê

Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş, îfade kir ku ew ê ji xwendekarên ku di sala hînkirin-perwerdekirina 2023-2024an de derbasî sinifa 5em û 9em bûne û dersên bijarte ya Qurana Pîroz û jîyana Pêxemberê me hilbijirîn re Quranê diyarî bikin.

Ekleme: 07.09.2023 14:30:34 / Güncelleme: 07.09.2023 14:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş, projeya “Dersa xwe dihilbijîrim Qurana xwe Digrim” ya ku bi hevkarîya Weqfa Dîyanet a Tirkîye û Serokatîya Karên Dîyanetê ve tê tertîpkirin daxuyand. Serok Erbaş dîyar kir ku ew ji xwendekarên ku derbasî sinifa 5em û 9em bûne û herî kêm yek ji dersên bijarte a Qurana Pîroz û jîyana Pêxemberê me hilbijirîn re wê Qurana Pîroz hedîye bikin.

Erbaş li ser hesaba xwe ya medyaya civakî weşaneke bi vîdeoyî parve kir û weha got:

“Kitaba me ya mezin Qurana Pîroz; nimeta herî mezin a Xwedê ye ku li ser rûyê erdê ye. Rêbereke hîdayetê ye ku însanan ji tarîtîyê derdoxe ronahîyê, ji qelban re şîfa ye, ji muminan re rehmet e. Ew ji me re bûyîna ‘însanê baş’ hîn dike û Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be); mamosteyeke ku Quranê ji me re anîtîye, hînê me kirîye û ji jîyaneke mirov dikare pê bijî re vegerandîye ye, ew ji aleman re wek rehmetê hatîye şîyandin, mînaka herî xweşik ya exlaqa xweşik e.

Ji ber vê yekê ez xwendekarên me yên ku di dibistanên me de dersên ‘Qurana Pîroz’ û ‘Jîyana Pêxemberê me’ bijartîne tebrîk dikim. Ez ji her xwendekarê me re tewsîye dikim ku bira van dersan bijirin. Em ê bi îzna Xwedê ji wan xwendekarên xwe yên ku van dersan bijartine re Qurana me ya Pîroz hedîye bikin.

Xwendekarên me yên biqîmet; bê guman hînkirina Qurana Pîroz û jîyana Pêxemberê me ji zêhna we, qelbê we û jîyana we re ew ê xweşikahîyên bêjimar tevlî bikin. Di serê sala hînkirin-perwerdehî ya nû de, ji hemû xwendekarên me yên di her merhaleyê de re, ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bira zêhna wan vebike, siberojekî serfiraz û ronahîyê bike nisîbê wan. Xwedê yar û alîkarê we be.” (ÎLKHA)