Li Tunusê krîza sîyasî zêde dibe: Serokên Tevgera Nahdayê hatin binçavkirin

Alîkarê Serokê Tevgera Nehdayê a ji partîyên sîyasê ya Îslamî a li Tunusê Munzir el-Venîsî û Serokê Konseya Şûrayê Abdulkerîm el Harunî hatin binçavkirin.

Ekleme: 06.09.2023 13:35:33 / Güncelleme: 06.09.2023 13:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Krîzên di alîyê sîyaset, aborî û darazîyê de ku piştî qerarên neasayî ya Serokkomarê Tunusê Kays Saîd di sala 2021an de girtibû bi zêdebûnê berdewam dike.

Serokkomar Saîdê ku bi Rojavayê tê piştgirîkirin û Serokwezîrê ji wezîfeyê girtibû, Parlamentoya Tunusê fesih kiribû, parêzbendîya hemû parlamenteran rakiribû û Konseya Darazî ya Bilind laxvkiribû, binçavkirina serokê Tevgera Nehda ya Îslamî berdewam dike.

Di daxuyanîya ku ji teref Tevgera Nehdayê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku Alîkarê Serok Munzir el-Venîsî û Serokê Konseya Şûrayê Abdulkerîm el Harunî ji teref hêzên ewlehîyê ve hatin binçavkirin û ji cîheke ku nayê zanîn ve hatin birin.

Dîsa Serokwezîrê berê yê Tunusê Hammadi el-Cibaliyê ku endamê berê yê Tevgerê ye doh di seatên serê sibehê de hatibû girtin, piştî pirsyarîya 7 seatî ji teref dozgerîyê ve hatibû berdan.

Serokê berê yê Meclîsa Tunusê û Serokê Tevgerê Raşîd el-Gannuşî jî di 17ê Nîsanê de hatibû binçavkirin, dûre hatibû girtin. Girtina Gannuşî berdewam dike. (ÎLKHA)