Ji Serokkomar Erdogan ji neyartîya tesettûrê re bertek

Serokkomar Erdogan weha got, “Tenê ji ber ku yekê biyanîye, bi zimanekî cuda diaxive, serê xwe digre, çarşefê li xwe dike, bi tesettûre, rîyê wî heye, kuma wî heye re gotin avêtin hereqeteke ku em ti dem qebûl nakin e.”

Ekleme: 06.09.2023 11:05:36 / Güncelleme: 06.09.2023 11:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de derheqê êrîşên ku li dijî şîarên Îslamê tênê kirin de jî axivî û bertek nîşan da.

Erdogan weha got:

“Wisa bûye ku mesele manîpûlasyonên sîyasî û aborîyê derbas kirîye, hedefgirtina maf û azadîya xelkê me heta nobranîyê gihaştîye. Em di otobûsan, metroyan, dikanan û rêyan de bi bêheddîyên ku gihaştîye tacîzkirina însanên me re rûbirû dibin.

Ti kes bira li qisûrê me nenêre, dewra wan mirovên ku vê welatê malê komeke însanan, vê miletê jî koleyê wê komê dibînin zûda hatîye girtin. Bi teybetî wan quleyên kibrê yên ku di sindoqê de winda kirine û fatora wê jî ji 28 milyon welatîyan re dibirin di nav xebateke beyhûde de ne.”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de bal li ser vê gotinê kişand, “Tenê ji ber ku yekê biyanîye, bi zimanekî cuda diaxive, serê xwe digre, çarşefê li xwe dike, bi tesettûre, rîyê wî heye, kûma wî heye re gotin avêtin hereqeteke ku em ti dem qebûl nakin e.” Û dûre weha axavtina xwe zêde kir:

“Dema ku li hesabê te were însanên serê wan girtî bigre cem xwe, ji wê re jî rozeta partîya xwe pê va ke, lê di alîyê dinê de jî di marmarayê de, di metroyan de ji wan xanimefendîyan re heqaretê bike.

Ez gotina xwe nabim û naynim, em dizanin ku hûn kîne, çima ewakî dikin, hûn çi armanc dikin. Ji bona vê tiştê jî hûn çi bikartînin em dizanin. Em hêna jî eynî tiştê dibêjin û li eynî cîhê rûdinên, hûnê nikaribin wê tişta ku armanc dikin bikin.” (ÎLKHA)