Li Swêdê protestoyên “şewitandina Quranê”

Di bûyerên ku piştî şewitandina Qurana Pîroz a çend roj berê dest pê kiribûn de bi dehan wesayît hatin şewitandin.

Ekleme: 05.09.2023 13:55:31 / Güncelleme: 05.09.2023 13:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajara Malmoya Swêdê, cardin şewitandina Quranê a ji teref Salwan Momîkayê mitecî ya Iraqî ve, bû sedema bertekên Misilmanan.

Ji 100î zêdetir mirovên ku li derdorê Momîkayê ku di bin parastina polêsan de Qurana Pîroz dişewitand kom bûbûn, ji wî re kevir û bîdonan avêtin.

Momîka ji cîhê bûyerê hat dûrxistin û di navbera polês û xwepêşandaran de nîqaş derket.

Polês herî kêm 15 kesan binçav kir.

Di navbera Misilmanên ku ji şewitandina Quranê re astengîyê derxistin û polêsan de pevçûn derket.

Protestoyên ku heta serê sibehê hatin kirin doh jî berdewam kir. (ÎLKHA)