Hewramanî: Hikûmeta Iraqê li dijî xelkê me sîyaseta “birçî hêştinê” dajo

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî, got ku bireveberîya navendî li dijî xelkê Herêma Kurdistanê sîyaseta “birçî hêştinê” dajo.

Ekleme: 04.09.2023 16:20:32 / Güncelleme: 04.09.2023 16:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hewramanîyê ku derheqê meaşên memûran ku ji teref hikumeta Iraqê ve tê şîyandin de nirxandinan kir got ku, “Hikumeta Iraqê di qerarên li dijî xelkê me de wek sîyasî hereketê dike û dayînên me kêm dike û sîyaseta ‘birçî hêştinê’ dajo.”

Hewremanîyê ku di civîna çapemenîyê de diyar kir Herêma Kurdistanê ji serî heta niha girêdayê peymanên ku bi hikumeta navend re hatine îmzekirin in, got ku ew ji Hikumeta Navendî jî tewra ku ew dajon dixwazin.

Hewremanî weha got, “Lazimatîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê a ji bo dayîna meaşên memûran ji 940 milyar dînarî re heye. Pereya ku hikumeta Iraqê wê bişîne ji meaşan re qîm nake.”

Hikumeta Iraqê di alîyê temînkirina bûdçeyê de li gorî peymana ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kirîye hereketê nake.

Ji ber vê yekê meaşê memûran a meha Tîrmehê ya Herêma Kurdistanê hêj nehatîye dayîn. (ÎLKHA)