Şêx Îkrîme Sebrî: Rejîma îşxalker ji bona ku Mescîdî Eqsayê cihûyî bike îdan bi kar tîne

Xetîbê Mescîdê Eqsayê Şêx Îkrîme Sebrî diyar kir ku rejîma îşxalker bi navê cejnên cihûyan Mescîda Eqsayê cihûtiyê dike û li wir statuyekê ava dike.

Ekleme: 03.09.2023 14:05:37 / Güncelleme: 03.09.2023 14:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Peyamnêrê Mescîda Eqsayê Şêx Îkrîme Sebrî di nirxandinên xwe yên li ser rojevê de bal kişand ser mijarên girîng ên li ser Mescîda Eqsayê ku di nav cejnên cihûyan de ku sîyonîstên îşxalker wê vê pîroz bikin, li ser Mescida Eqsayê dibe hedef.

Sebrî bal kişand ser vê yekê ku rejîma îşxalker a siyonîst bi merasîmên cihûyan, wek anîna golikên sor, ji bo kişandina herî zêde niştecihên cihû yên îşxalker ber bi axa Filistînê ve bi kar tîne û dûre weha got:

“Rejîma îşxalker bi navê betlaneyê Mescîda Eqsayê cihûtiyê dike û li wir statuyeke nû ava dike. Pêngavên îşxalekran jî armanc dikin ku nebza Mislimanan hîs bikin. Divê 2 milyar Misliman li hemberî tiştên ku li Mescida Eqsayê diqewimin helwesteke zelal nîşan bidin. Êdî beheneyek ji bo bêdengiyê nemaye. Li Mescîda Eqsayê nobedê bigirin da ku planên îşxalkeran pûç bikin”

Cejnên bi navê betlaneyên siyonîstên îşxalker wê di navbera 16ê Îlonê û 7ê Cotmehê de bin. Ji aliyê din ve, niştecihên cihû yên fanatîk ên îşxalker di rojên Cejna Qurbanê de bi komên mezin êrîşên xwe yên li ser Mescida Eqsayê didomînin. (ÎLKHA)