Li Swêdê ji wezîfedarên mizgeftê re Qurana şewitandî hat şîyandin

Swêda ku serê êrîşên li dijî Quranê tên kirin dikşîne, Quranên Pîroz yên ku neyarên Îslamê şewitandibûn, ji bireveberîya mizgefta li bajara Uppsalayê re hatin şîyandin.

Ekleme: 27.08.2023 11:25:30 / Güncelleme: 27.08.2023 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji rayedarên mizgefta bajara Uppsala ya 70 kîlometre li bakurê Stockholmê ye re, bi kargoyê Quranên şewitandî hatin şîyandin.

Li gorî radyoya Sverigesa ku li Swêdê weşanê dike Serokê Komeleya Misilman a Mizgefta Uppsalayê Yaser Ebu Ceyşeh weha got, “Çend Quranên ku hatine şewitandin, ji mizgefta Uppsaşayê re, çend hebên wan jî ji bireveberîya mizgeftê re hatin şîyandin. Piranîyê wan jî ji edresên xanîyan re hatin şîyandin.”

Ceyşehê ku diyar kir li derdorê mizgeftê qemerayên ewlehîyê hene û ew lêkolîna bûyerê dikin.

Bi taybetî di ev havînê de, meqamên Swêdê, ji êrîşên li dijî Qurana Pîroz re pirî caran îzîn dan. Ev tewrê Swêdê ji teref Misilmanan ve bû sedema bertekan, lê berdewamkirina van êrîşan nîşan dide ku van bertekan kêm dimînin. (ÎLKHA)