Mele Abdulbarî Durmaz: Mirovê ku înfaqê bide îbadeta gelê xwe bi cîh tîne

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulbarî Durmazê ku li ser înfaqê axivî, di vê dewra ku krîza aborîyê tê jîyankirin de got ku divê ku îbadeta înfaqê bê bicîhanîtin.

Ekleme: 18.08.2023 17:40:36 / Güncelleme: 18.08.2023 17:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mele Abdulbarî Durmaz bal kişand ku nimêj kirin û rojî girtin îbadeta ferdî ye û ew mirov bi wê şeklê zekata canê xwe dide, mirovên ku îbadeta înfaqê bicîh tînin jî îbadeta civakî bi cîh tînin.

Durmaz destnîşan kir ku di vê dewra krîza aborî de înfaq gelek muhîm e û wê kesê ku destê xwe ji feqîran re dirêj bike ew ê Xwedê jî mikafateke mezin bide wê kesê.

Durmaz di axavtina xwe de qala tarîfa înfaqê kir û weha got:

“Înfaq: Yekî ku maldar be û Xwedê Teala ji wî re mal emanet dabe, ew kesê jî dema ku bibêje ev malê Xwedê daye min û di vê malê de jî heqê êtîm, feqîr û sêwîyan hene û paşê wê malê xwe bide wan kesên ev dibe înfaq.”

Durmaz dûre ji axavtina xwe re weha berdewam kir:

“Ez dixwazim vêya berfireh bikim ku ayeta înfaqê di pêşîya ayeta zekatê de tê. Yanê ewil di dînê Îslamê de înfaq çêbûye. Ji bona ku Misilmanên mezlûm û feqîr bikaribin heyatên xwe bidomînin. Rebbê zilcelal jî bi vê şeklê ji wan re înfaqê danîye. Dûre jî li ser ummetê zekatê ferz kirîye. Mirovekî yê ku zekata xwe dide mînak wek mirovê ku ji sibêroja xwe re razemenîyê bike ye. Xwedê Teala jî ew ê di axîretê de ji wê kesê re bi cennetê mikafata wî bide. Di vê meseleyê de jî gelek eshabî ketine nav pêşbirkê. Lê belê îro mirovekî yê ku nimêj bike û rojîyê bigre ev îbadeta şexsî ye. Yanê ji bona xwe dike. Dema ku înfaqê bide wê çaxê jî îbadeta gelê xwe dike û ummet tev pê feydeyê dibîne. Ya dawîn jî ez dixwazim ku vêya bibêjim. Îro roja înfaqê ye, divê em Misilmanan ji mihtacan re xwedî derkevin, tengasîyên wan bidin berfirehkirinê. Rebbê alemê jî rehma xwe li ser me bibarîne.” (ÎLKHA)