Mînîbûsa ku tekerê wî teqîya qelibî: 11 birîndar

Li Artvînê mînîbûsa ku lastîka wî teqîya qelibî, di encama qezayê de 11 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 18.08.2023 14:35:33 / Güncelleme: 18.08.2023 14:35:33 / Xeberen Kurdi / Artvin Haberleri
Destek için 

Qeza, li nêzê gundê Serîndereya navçeya Yusufelîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku di bin îdareya M.A. de bû, ji ber ku lastîka wê teqîya qelibî.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de bi tevî şofêrê mînîbûsê 11 kesan birîndar bûn.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)