Di êrîşa sîyonîstên îşxalkeran de 11 Filistînî birîndar bûn

Leşkerên rejima îşxalker a sîyonîstan, di êrîşî li Nablusa Şerîaya Rojava de 11 Filistînîyan birîndar kirin.

Ekleme: 16.08.2023 13:20:32 / Güncelleme: 16.08.2023 13:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di navbera îşxalkerên sîyonîst ên ku êrîşî Meqamê Yusif kirin û Filistînîyên ku li hemberî wan sekinîn de pevçûn pêk hat.

Bi gulebarandina îşxalkeran de 11 Filistînî birîndar bûn. Bi dehan Filistînî jî ji  xazên îsotê tesîrdar bûn.

Cihûyîyan, bawer dikin ku Qebra Hezretî Yusuf di “Meqamê Yusif” de ye. Arkeologan jî îfade dikin ku ev Meqam ne yê Hezretî Yusuf e, ew aîdê Misilmanekî yê bi navê Yusuf ed-Duveykat e. (ÎLKHA)