110 mîyên ji ava dermankirî vexwarin telef bûn

Li navçeya Artukluya Mêrdînê 110 mêşin û bizinên ku ji ava ku dermanê çandinîyê tê de bû vexwarin telifîn.

Ekleme: 16.08.2023 11:05:33 / Güncelleme: 16.08.2023 11:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Bixedika navçeya Artukluya Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidetsxistin şivanê gund, kerîya ku 180 mêşin û bizin tê de bûn derxist çêrandinê.

Di vê demê de kerî dema ku li ber erda ku garis tê de hatibûn çandin derbas bû ji avê vexwarin. Şivanê ku dît ji nişkav de heywanan dikevin erdê, xebat kir ku heywanên dinê xelas bike.

Hat destnîşankirin ku 110 mêşin û bizinên ku ji avê vexwarine telef bûn.

Li ser xeberdayîna şivan ji herêmê re ekîbên cenderme û ekîbên Midurtîya Tenduristîyê hatin sewqkirin. Di encama tetkîkên ku hat kirin de hat ragihandin ku heywanan ji ber ku ava dermanê çandinîyê vexwarine bi jehrê ketine.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)