Ji Îran û Iraqê biryara “dewrîyeya hevpar”

Bi tevî beşdarbûna fermandarên mihafizên sînor ên Îran û Iraqê li Bexdayê civîna ewlehîya sînorê hat tertîpkirin. Di civînê de birayara “dewrîyeya hevpar” hat girtin.

Ekleme: 15.08.2023 14:55:35 / Güncelleme: 15.08.2023 14:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fermandarê Mihafizên Sînor yê Îranê Tuxgeneral Ahmed Alî Guderzîyê ku piştî civînê daxuyanîyê da, ragihand ku ew ê her du welat jî cara yekem dewrîyeya sînora hevpar bê tertîpkirin.

Di civîna ku fermandarên mihafizên sînor ên bajarên Iraq û Îranê de, derheqê ewlehîya derîyên sînor de li hev hat kirin.

Di dema civînê de di navbera Tuxgeneral Guderzî û Fermandarê Mihafizên Sînor yê Iraqê Muhammed Abdulwehab Sukar de jî mitebeqeta ewlehîya hidûdê hat îmzekirin. (ÎLKHA)