Li Meksîkayê wehşet: 34 cesed hatin dîtin

Polêsê meksîkayê, cesedên 34 kesan ku di nav sarincê de hatine veşartin dît, tê fikirandin ku van cînayetan ji teref kartela nesla nû ya jalîzcoyê ve hatibe kirin.

Ekleme: 15.08.2023 11:45:36 / Güncelleme: 15.08.2023 11:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Meksîkaya ku welatê bakurê Emrîqayê ye bi wehşeteke ku xwîna mirovan dicemidîne hejikî.

Di operasyona ku li wîlayeta Veracruzê hat kirin de di nav 5 xanîyan de cesede 34 kesên ku di nav sarnicê de hatine veşartin hatin dîtin.

Rayedaran, daxuyandin ku parçeyên cesedan hatine poşetkirin û derheqê bûyerê de 6 kesan hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku operasyona ku di encama komeke ku ji polêsan re guleberdan de hat destpêkirin, û dûre jî di nav lêgerîna ku nav xanîyên wan mirovên çekdar de hat kirin de li ser dîtina 14 cesedan hatîye berfirehkirin.

Dozgerî, îfade kir ku di operasyonê de dest li ser wesayîtek, çekên curbecur û hinek tiryakên aîdê sûcdarane re hatîye dayîn.

Tê fikirandin ku van cînayetan ji teref kartelê nesla nû ya Jalîscoyê ku li herêmê fealîyetên sûcdar bikartîne ve hatibe kirin. (ÎLKHA)