Li Efxenistanê bi tiryakê re micadele

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, bendewarên tiryakê ên ku li welat di çarçoveya micadeleya li dijî tiryakê de wan tedawî dike û ji civakê re didin qezenckirin. Berdevkê Wezareta Karên Civakî û Xebatên Efxenistanê Semîullah Îbrahîmî, got ku ew ev projeyê plan dikin ku di hemû wîlayetan de bikar bînin.

Ekleme: 14.08.2023 17:05:37 / Güncelleme: 14.08.2023 17:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, micadeleya xwe ya li dijî tiryakê didomîne.

Bireveberîya Efxenistanê, giranîya xwe li ser tedawîkirina bendewarên tiryakê ên ku di bin piran û li qûncikên bajarê de belav bûne dide.

Ji bendewarên tiryakê ên ku li paytexta Kabîlê ne re di qursên ku li navendên tedawîyê de hatine vekirin de ji wan re meslek tê hînkirin. Bi vê şeklê qezenckirina wan yê ji civakê re îmkan tê çêkirin.

Bendewarên ku li Kabîlê di nexweşxaneyan de tedawîyên xwe temam kirin, dûre jî ji navendê re tênê anîtin û di qursan de dest bi perwerdehîyê dikin.

Bendewarên tiryakê piştî perwerdehîyên xwe yên 3 mehî tênê tabûrcîkirin û bi tevî meslegên xwe yên ku hînbûne dest bi lêgerîna kar dikin.

Di çarçoveya projeyê de 530 kes, ji 10 westeyan karê terzîtîyê, çêkirina çente, sol û temîra tiştên ceryanê hîn bûn.

Îbrahîmî, îfade kir ku bi qursên meslegê ew ê tedawî mayînde bibe û van kesan jî bixebitin û ji malbatên xwe re wê alîkarîyê bikin.

Bendewarê tiryakê yê 31 salî ê ku 2 meh û nîv di qursê de perwerdehîyê distîne îfade kir ku ew 8 sal e metamfetamîn bikaranîtîye, ji vê rojê şûnda jî ew ê ji xwe re karekî bibîne û ji malbata xwe re alîkarîyê bike.

Bendewarekî dinê yê 46 salî jî got ku 9 zarokên wî hene û debarê wan jî eqrebeyên wî girtine li ser stûyê xwe û ew dixwaze ku ev rewşê vegerîne, dûre wî weha got, “Ez û malbata xwe kêfxweş in. Ez dixwazim ku ji li vê derê derkevim û ji malbat û welatê xwe re bibim mirovekî bi feyde.” (ÎLKHA)