Li Enqereyê operasyona tiryakê: 309 binçavî

Midurtîya Ewlehî ya Enqereyê daxuyand di nav hefteya dawîn de ji 309 şikdarên ku ji sûcên narkotîk hatin binçavkirin 32yên wan hatin girtin.

Ekleme: 08.08.2023 10:45:30 / Güncelleme: 08.08.2023 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Ewlehî ya Enqereyê ve hat belavkirin, ji teref ekîbên Midurtîya Şubeya Micadeleya Sûcên bi Narkotîkê re ve, li giştîyê paytext di encama xebatên micadelekirina bi sûcên narkotîk re a navbera 31ê Tîrmehê-6ê Tebaxê de 309 kes hatin binçavkirin.

Ji sûcdaran 32yên wan jî ji teref dadgeha ku hatibûn derxistin ve hatin girtin.

Hat destnîşankirin di encama operasyonan de 14 kîlo û 100 grem esrar, 726 gram bonzaî, 489 metamfetamîn, 2 hezar û 731 heb hebên tiryakê, 2 çekên bêrihset û 5 terazîyên xesses hatin binçavkirin. (ÎLKHA)