Rejîma sîyonîst heta serê sibehê êrîşên xwe domand: Herî kêm 14 şehîd

Balafirên rejîma îşxalker ên sîyonîst heta serê sibehê êrîşên asîmanî li dar xistin, di encama êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 14 Fîlîstînî şehîd bûn.

Ekleme: 17.05.2024 09:45:05 / Güncelleme: 17.05.2024 09:45:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Rejîma sîyonîst ji êvarê heta serê sibehê li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan li dar xist.

Di êrîşan de xanî û avahîyên sîvîlan hatin hedefgirtin.

Di encama êrîşa ku li En-Nuseyratê  li dijî Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne hatîye lidarxistin de 4 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Ji nexweşxaneya li Xan Yunisê re cenzeya 9 şehîdan hatin anîtin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşa li dijî Cîbalîyeyê hat lidarxistin de jî birîndar bûne.

Hat ragihandin gelek kes jî di bin kavilan de man. (ÎLKHA)