Tehqîqata êrîşa li dijî kampa leşkerî ya li Somalî: 14 binçavkirin

Alîkarê Wezîrê Parastinê Abdîfetah Kasim, diyar kir ku di derbarê êrîşa li dijî baregeheke leşkerî ya ku 30 kes mirin de 14 şikdaran hatin binçavkirin.

Ekleme: 30.07.2023 13:35:29 / Güncelleme: 30.07.2023 13:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Somaliyê di 25ê Tîrmehê de li dijî baregeheke leşkerî êrîşek hatibû kirin û 30 kes hatibûn kuştin. Alîkarê Wezîrê Parastinê Abdîfetah Kasim derheqê lêpirsîna êrîşê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî êrîşa xwekujî ya li dijî baregeha leşkerî ya Cealle Siyad operasyonek li dijî şikdaran hatiye lidarxistin.

Siyad ragihand ku di vê çarçoveyê de 14 kes hatine binçavkirin. (ÎLKHA)