Şêx Îkrîme Sabrî ji Filistînîyan re banga nobetgirtina li Mescîdî Eqsayê kir

Şêx Îkrîme Sabrîyê ku ji Filistînîyan re ji bona ku li Mescîdî Eqsayê nobedê bigrin bang kir, daxwaz kir ku bira li dijî îxlalên sîyonîstên îşxalker û cihûyîyan a li cîhên pîroz micadeleyê bikin.

Ekleme: 27.07.2023 11:45:34 / Güncelleme: 27.07.2023 11:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şêx Îkrîme Sabrîyê Serokê Lijneya Îslamî ya Bilind a Qudsê û Xatibê Mescîdî Eqsayê ku li ser daxuyanîyên şênîyên cihûyî ên îşxalkeran ku daxuyandin êrîş li Mescîdî Eqsayê bikin, îfade kir ku van meşandinên wan ên alê û tiştên ku dikin sûc e û rejîma îşxalker jî bi vê şeklê xerabîya ku di nav wan de heye dixwaze ku sivik bike.

Şêx Îkrîmeyê ku di daxuyanîya xwe de xwest ku Filistînîyan li Mescîdî Eqsayê nobedên xwe bidomînin, li dijî êrîşên îşxalkeran û cihûyîyan jî bisekinin weha axivî:

“Rejîma îşxalker îdên Cihûyîyan ji bona ku Mescîdî Eqsayê qirêj bike û rûmetîya wê tune bike wek firsedek dibîne. Rejîma îşxalker ji bona krîza ku dijî derxe derve û balên îşxalkeran bikşîne alîyekî dinê dixebite.” (ÎLKHA)