Ciwanê ku brûskê lê xist birîndar bû, 30 mêşin telifîn

Li gundê Karacaya Giyadîna Agirîyê Emrah Harman (17) dema ku heywanan diçêrand brûskê lê xist û birîndar bû.

Ekleme: 27.07.2023 10:40:32 / Güncelleme: 27.07.2023 10:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh di seatên êvarê de li zozanên Karacayê Emrah Harman (17) dema ku heywanên xwe diçêrand brûskê lê xist û giran birîndar bû.

Piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Emrah Harmanê birîndar bi ambûlansê ji Nexewşxaneya Dewlet a Giyadîn re hat rakirin.

Harman, li vê derê jî piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê re hat sewqkirin.

Hat hînbûn ku rewşa Harman giran e û di bûyerê de 30 heywan jî telef bûn. (ÎLKHA)