Li Efxenistanê lehî: 9 mirî 7 birîndar

Li wîlayeta Perwana Efxenistanê di encama lehîyê de herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.07.2023 10:05:31 / Güncelleme: 27.07.2023 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sayed Hikmetullah Şamîmê Berdevkê Hikumeta Parwanê, got ku di nav 24 seatên dawîn de barana ku barîya li herêmên Sîagard û Şîmortîyê bû sedema lehîyê.

Şamîm diyar kir ku di encama felaketên lehîyê de heta niha 9 kesan mirin, 7 kesan jî birîndar bûn, xeyn ji vana 200 heb xanî, erdên çandinîyê û rê jî zerarê dîtin; gelek heywan jî telef bûn.

Li gorî rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, ji ber barîna barana ku ev bû 4 roj e berdewam dike, ji 30 zêdetir mirov canê xwe ji dest dan.

Rayedarên Meteorolojîyê jî îfade kirin ku li hinek herêmên welatê ew texmîn dikin ku lehî pêk bên. (ÎLKHA)