• DOLAR 32.167
  • EURO 35.185
  • ALTIN 2475.355
  • ...
Li Efxenistanê lehî: 9 mirî 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sayed Hikmetullah Şamîmê Berdevkê Hikumeta Parwanê, got ku di nav 24 seatên dawîn de barana ku barîya li herêmên Sîagard û Şîmortîyê bû sedema lehîyê.

Şamîm diyar kir ku di encama felaketên lehîyê de heta niha 9 kesan mirin, 7 kesan jî birîndar bûn, xeyn ji vana 200 heb xanî, erdên çandinîyê û rê jî zerarê dîtin; gelek heywan jî telef bûn.

Li gorî rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, ji ber barîna barana ku ev bû 4 roj e berdewam dike, ji 30 zêdetir mirov canê xwe ji dest dan.

Rayedarên Meteorolojîyê jî îfade kirin ku li hinek herêmên welatê ew texmîn dikin ku lehî pêk bên. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir