Ji Yapicioglu ji malbata Şehîd Şacît Pîşgîn re zîyareta şînê

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku ji bo merasîma cenazeya Sacît Pîşgîn ê ku li Edeneyê di encama êrîşekî de şehîd bûbû li Edeneyê ye, li kona şînê a ku li navçeya Yuregîrê hatîye danîn şînan qebûl kir.

Ekleme: 26.07.2023 11:05:30 / Güncelleme: 26.07.2023 11:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu demekî li kona şînê sekinîya, dûre jî çû mala malbata Pîşgîn û şîna xwe teqdîm kir.

Yapiciogluyê ku diyar kir şehîd ji bona ku got “Rebbê min Allah e” bi zilmê hatîye kuştin, ev bûyera ku pêk hatîye îmtîhanekî ye encax îmtîhana herî giran ew ê malbata wî bide, got ku Xwedê Teala li gorî giranîya îmtîhanê ew ê sebrê jî bide.

Yapicioglu bal kişand ku şehîd jîyana xwe ya dinyayê dawî kir û çû cem Rebbê xwe û ew ê rojekî hemû kesan jîyana xwe ya dinyayê dawî bike, yapicioglu got ku “Înşaalah ew li cîhê ku çûye serê wî bilind e. Bi îzna Xwedê hesabê wî hêsan e. Çîmkî ew ji bona ku gotîye ‘Rebbê min Allah e’ û li ser nimêjê bi zilmî hatîye kuştin.”

Di cîhê ku Yapicioglu bi zarokên şehîd re xwe hembêz kir de demên xemgînî hatin jîyandin û Yapicioglu li wê derê hêsiran ji çavên xwe rijand.

Dema ku Yapicioglu ji malê derkeve pîreka şehîd ji wî re got ku daîma zilamê wî pêşevanîyê ji dewa xwe re dida.

“Ger ku pîrek îfsad bibe ew ê civak jî îfsad bibe”

Yapicioglu dûre jî beşdarî cîhê pîrekan a ku li Komeleya Kefirhewarê hatîye dayîn bû û li wê derê axavtinek kir, “Ger ku pîrek îfsad bibe ew ê civak jî îfsad bibe. Çîmkî pîrek nîvê civakê ne lê nîvê dinê jî ew perwerde dikin. Ger ku em bixwazin xebatên ku dixwazin başîtîyê ji holê rakin asteng bikin divê başîtîyê belav bikin û ji neslên pêşerojê re bighêjînin, zarokên xwe jî li gorî veya perwerde bikin ku dema wan kesên ku werin me bikujin di me de jîyanê bibînin û bi me re bijîn. Ji bona veya em xebatê bikin. Ji bona veya mesûlîyetek li ser me hemûyan dikeve. Barê me giran e lê hûn bawer bin ger ku em heqê wê barê bidin û wê muweffeq bibin li gorî wê ew ê mikafata wê jî mezin bibe. Xwedê Teala bira ji me re emelên ku me nêzê xwe dike bike nisîb ku em bikin.” (ÎLKHA)