Rêberê Cemaata Hîzbullah: Birayê min Sacîd, ew kesên ku te şehîd kirin ew ê rezîl bibin!

Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah derbarê wê êrîşa li Edeneyê ya ku tê de Sekreterê Bajêr ê HUDA PARê Sacîd Pîşgîn şehîd bû de got “Ew kesên ku te qetil kirin û ew kesên ku di pey wan de ew ê bicehimin cehennemê. Çawa berî niha ew kesên ku birayên te şehîd kirin û ew kesên di pey wan de  rezîl bûbin, ew kesên ku te jî şehîd kirin ew ê rezîl bibin.”

Ekleme: 24.07.2023 10:30:33 / Güncelleme: 24.07.2023 10:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah derbarê wê êrîşa li Edeneyê ya ku tê de Sekreterê Bajêr ê HUDA PARê Sacîd Pîşgîn şehîd bû de daxuyanîyek belav kir.

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîb Gumuş di destpêka peyama xwe de ayeta 23yem a Sûreya Ahzabê “Di nav muminan de gelek kes hene ku li ser wê soza ku dane Xwedê disekinin. Hinek ji wan soza xwe bi cî anîn û di wê rêyê de şehîd bûn û hinek ji wan jî li benda şehîdbûnê ne. Ew bi ti şiklî sozên xwe naguherînin” di bîran xist. Gumuş dûre weha got:

“Birayê min Sacîd, ew ê Rebbê min te li cennetê bi wan birayên te yên şehîd re bîne ba hev”

“Hemd ji Xwedê re, selat û selam li ser Hz. Muhammed, ehlê beyta wî,  eshabên wî û li ser wan kesên ku di rêya wan de dimeşin be.

Em şahid in ku birayê me Sacid kar û barên baş û qenc ên ku Xweda dê ji wan razî be kir. Ew ji ber ku karên ku dê Xweda jê razî be kir  kur Xweda şehadetê kir nesîbê wî.  Ey birayê me Sacidê ku bi şopa secdeyê ya di enîya xwe de wesfên wan kesên ji Pêxember re rêhevaltî kiriye, li ser xwe dihewîne! Ew ê Rebbê min te li cennetê bi wan birayên te yên şehîd re bîne ba hev.

Rebbê min, sebrê bide xanima birayê me, temamê malbata wî û hevaldozên wî. Xweda bike nesîbê zarokên wî ku bi sihhet û salih mezin bibin û bibin xizmetkarê doz û dînê xwe.

“Êrîşên bi vî rengî xeyreta dawetvanan zêde kiriye, ji a niha şûnde jî înşallah ew ê zêdetir bike”

Di vê dewra me de ji Îslam û Mislimanan re bi şikleke aşîkar êrîş tê kirin, wehşîtî û bêexlaqî gelek zêde bûye, heramên ku berî niha hinek qewman ber bi helakê ve birine tev tên kirin û di vî wextî de gihaştine van heraman gelek hêsan bûye. Di wextekî wisa de ez ji hevaldozên şehîd Sacîd û ji temamê kesên ku jê hez dikin û ji temamê Mislimanên xwedî hessasîyet daxwaz dikim;  Îslamê zêdetir bixwînin, fam bikin. Her wisa karê teblîx, îrşad û dawetê zêdetir bikin. Xweda we di karên we de bi ser bixe û muweffeqîyetê bike nesîbê we. Êrîşên bi vî rengî xeyreta dawetvanan zêde kiriye, ji a niha şûnde jî înşallah ew ê zêdetir bike.

“Birayê min Sacîd, ew kesên ku te şehîd kirin ew ê rezîl bibin!”

Birayê min Sacid! Tu li ser nimêjê, di hizûra Rebbê xwe de, di halê rukuê de hatî qetilkirin. Înşallah ew ê tu bikeve cenneta Rebbê xwe. Ew kesên ku te qetil kirin û ew kesên ku di pey wan de ew ê bicehimin cehennemê. Çawa berî niha ew kesên ku birayên te şehîd kirin û ew kesên di pey wan de  rezîl bûbin, ew kesên ku te jî şehîd kirin ew ê rezîl bibin.

Li dijî wan kesên ku êrîşî Quranê dikin ji Mislimanan re bang!

Bi vê wesîleyê ez dixwazim derheqê wan êrîşên ku li Quran û Îslamê tên kirin de jî bangekê bikim. Li dijî wan êrîşên ku li Quran û Mislimanan tên kirin divê temamê Mislimanan bibin yekdeng û ji bo îdarevanên dewletê helwesteke bi izzet nîşan bidin divê zextan li wan bikin. Divê îdarevanên dewletê bes peyamên şermezarkirinê navêjin û zext li wan bê kirin da ku ew gavên dîtbar bavêjin.

Hasbunallah we ni’mel wekîl ni’mel Mewla we ni’men nasîr.

Birayê we Edîb Gumuş.”(ÎLKHA)