Rejîma îşxalker a sîyonîst ava vexwarinê li dijî Filistînîyan wek çekek dixebitîne

Rejîma îşxalker a sîyonîst li ser axên ku îşxal kirîye ji bona ku ji Cihûyîyan re ava zê de bide ava ku ji Filistînîyan re diçe kêm kir.

Ekleme: 21.07.2023 11:20:36 / Güncelleme: 21.07.2023 11:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mexdurîyetên Filistînîyan a li ser axên xwe yên ku hatine îşxalkirin didome.

Ava ku ji kehnîyên li Şerîaya Rojavayê tê bidestxistin, di van rojên dawîn de ji bona ku ji şênîyên Cihûyî ên îşxalker re zêde bê dayîn, ji Filistînîyên ku li El-Xelîl û Beytullahîmê dijîn re avê kêm kirine.

Ev miameleya neînsanî ya ku li gorî Peymana Osloyê a di navbera Rêkxistina Xelaskirina Filistînê û rejîma îşxalker a sîyonîst de hatîye îmzekirin û divê bikar bihata dibe sedema bertekan, di daxuyanîya ku ji teref Îdareya Avê ya Filistînê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku piranî ji para Filistînîyên El-Xelîl û Beytullahîmê ava ku ji Filistînîyan re tê dayîn 10 hezar metrekup (nêzê 10 milyon ton) hatîye kêmkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ev kêbûna avê ji ber pirsgirêkeke teknîkî an jî xerabûnîyê nîne ji ber miameleyên rejîma îşxalkeran e. (ÎLKHA)