Herêma Kurdistanê, fealîyetên xwe yên li Stockholmê da sekinandin

Ofîsa Karên Derve yê Herêma Kurdistanê, daxuyand hikumet fealîyetên xwe yên li Stockholmê daye sekinandin.

Ekleme: 21.07.2023 11:05:33 / Güncelleme: 21.07.2023 11:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Karên Derve yê Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin de, êrîşa ku li Bexdayê ji Balyozxaneya Swêdê re hatîye kirin û şewitandina Qurana Pîroz şermezar kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku xebat û fealîyetên Temsîlkarîya Hikumet a li Stockholma paytexta Swêdê hatine sekinandin. (ÎLKHA)