Wesayît û mînîbus li hev qelibîn: 1 mirî, 10 birîndar

Li Gîresûnê di qezaya trafîkê de ku wesayît û mînîbusek li hev qelibîn de 1 kes canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 16.07.2023 14:45:29 / Güncelleme: 16.07.2023 14:45:29 / Xeberen Kurdi / Giresun Haberleri
Destek için 

Qeza, li herêma Kiliçliya navçeya Keşapê pêk hat.

Wesayîtaku di bin kontrola T.K. de bû, li mînîbûsa ku di bin kontrola Y.B. de bû qelibî.

Di qezayê de ajokarê wesayîtê canê xwe ji dest da.

Di her du wesayîtan de 10 kes birîndar bûn.

Birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)